Li destpêka daxuyaniya Hizba Dêmokrat de hatiye: 2 salan berî niha û li 25ê Xermanana 1401 de “Jîna Emînî” ji aliyê geşta îrşad a rêjîma komara Îslamiya Îranê li bajarê Têhranê kuşt û ev yêke bû sedema serhildana tevgereke ku bi tevgera “Jîna”yê hate naskirin.
Li 2 saleya serhildana tevgera Jînayê de Hizba Dêmokrat li daxuyaniya xwe de li çend xalan de kêmasî û kemûkoriyên vê tevgerlê destnîşan kirine wek: Li tevgera Jînayê de gelek ji par û qatên civakê li bajar û deveran hatibûne meydanê lê li rastiyê de nekarî bigihîje bi piraniyê giştî ku paşekêşiyê bi rêjîmê bide kirin. Nebûna alternatîvê bo komara îslamî yek ji wan sedemên bingehîn e ku mixabin niha jî ew rêjîma li ser pê ragirtiye. Her lewma wa tê dîtin ku xelk li paşerojê de bi sedema xirabî û bêhivêbûn ji opozîsiyona derveyî welat, li navxweyê welat de bala xwe bidine ser pirsa alternatîv û çêkirina cihgir bo vê rêjîmê.
Li asta hizb û aliyê Kurdistanî de jî tevî ku Hizbên Kurdistana Îranê mixabin bi sedema hejmarek dîtingehên dûr ji rastî û pêngawên bi leze ên tekrewane ku Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê ji destpêkê ve bê encamî û xisarên vê pêşbînî kiribûn, wek hewce ji vê derfeta ku bo tevgera siyasiya Kurdistanê hatibû pêş bi tevavî mifah nehate vergirtin.
Civaka navnetewî û bi tybet welatên Rojavayî, derfet û bijardeya guherîna rêjîmê û derbasbûn li komara îslamî li vê pirsê de nedidîtin.
Li tevgera Jînayê de rola malbatên şehîdên tevgera Jînayê, bazarî û dukandaran, pizîşkan, mamstayan, kesayetî û bijartiyên siyasî û civakî, jinan, ciwanan, xwendekar û xwendevanan, mamstayên olî yên xwedîhelwîst li Kurdistanê û herwisa Kurdên diyasporayê li derveyî welat û bi nirx bû ku Hizba Dêmokrat hem bi qîmetê ve mêze dike.
Hizba dêmokrat daxwazê ji her aliyekê dike ku bi armanca bilind û zindîragirtina wê tevgêrê bila ji rêka mangirtina gistî ve li tev bajarên Kurdistanê li roja Yêkşemiyê 25ê Xermananê, tekezî li ser peyamên wê tevgêrê bête kirin, û daxwaz li gelên dine dike ku piştevaniyê bikin.
Li dawiya daxuyaniya Hizbê de hatiye: Hizba Dêpmokrat tevî amadekirina rêkar û platforma taybet bi berçavanîna Îranê li paşerojê, amadehiya xwe bo hevkarî û hevpeymanî digel hêzên pêşkevtinxwaz û dêmokratên navxweyê welat radigehîne.