Em zanayê olî herwekî li dema serhildan û nerizayetiya xelkê li dijî dîktatoriyê li ber kêlega gel bûne û me zilm û zordarî û tepeserî ya rêjîmê şermezar kiriye û piştevaniya xwe ji xelkê û daxwaziyên wan daye xuyakirin, carekî din û li duyemîn salvegera şorişa Jîna yê de soz didin heya geheştina bi armancan ku ji navbirina sitema netewî, olî qatî, û heya geheştina bi azadî û wekheviya di navbera civakê de, em domderê wê rêbazê bin.
Em daxwazê ji tev civatgeha Kurdistanê dikin ku bo zindî ragirtina yadê şehîdan û bilind ragirtina armancên şorişa Jîna yê, bila xelkê Kurdistanê li mangirtina giştî de beşdar be û yêkitî û yêkrêziya xwe careke din bidne nîşandanê.Herwisa li daxuyaniya Mamostayên olî de hatiye: Bila em gelê xwe bi tenê nehêlin û bila bîra me de be ku heya niha dehan û sedan hevwelatiyên me piştî şorişa Jîna yê li reşçalê rêjîmê de di bin barê girane nedadperweriyê de dinalînin û sedan dayîk û bav ên dilbirîndar ewlad û cergê xwe ji dest dane, bila em wan bi tenê nehêlin.
Weke erkekî olî em jî mil bi milê hemî qat û texên Kurdistanê û hêz û rêkxistin û saziyan daxwazê ji xelkê welatparêze Kurdistanê dikin ku li mangirtina 25ê Xermananê bila bi avayekî herî hemasî bi rê ve biçe.