Li salvegera şorişa Jin, Jiyan, Azadî de, rêjîma dijîmirove komara îslamî, qasê tepeserî û gef û milîtarîzekirina li Kurdistanê zêde kiriye.
Gorî wan zaniyarî û raporên ku geheştine dest me, li piraniya bajar û deverên Rojhilatê Kurdistanê de, hêzên tepeserkare rêjîmê li rewşa awirte da ne û gelek cihan çek û cebirxana grian danîne.
Li ser piraniya şeqaman dûrbînên çavedêrî danane û sîxur û kirêgirtî weke zêrevan danane serê kûçe û kolanan.
Li nava piraniya wan goristanê ku tirba şehîdên şorişa Jînayê lê ne, yan dûrbîn danane, yan jî çavedriyê dikin û gorî hinek zaniyariya bi taybetî giristana Ayçî a bajarê Seqizê ku tirba Jîna Emînî livê ye, bi temamî hatiye milîtarîzekirin.
Gazîkirina çalakên medenî û kesên sernas û dayîk û bavê Şehîdan, berdewame û gelek ji wan hatine destbiserkirin.
Geşt û manovra hêzên rêjîmê li nava bajan de bo jêpirsîn û azardana jin û keçan gelek zêdetir bûye.