Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birîtaniyayê dorpêçên nû xistne ser rêjîma Îranê

12:09 - 3 Îlon 2024

Birîyaniyayê yekeya 700 a spaha quds a spaha padasdaran a terorîst û 3 kesên ser bi rêjîma Îranê yên bi navên “Ebdulfetah Ehwaziyan, Hemîd Fazilî û Bêhnam Şehriyarî” li lîstê nû yên dorpêçan bo ser rêjîma Îranê zêde kirin.

Roja Duşemî 12 Xermananê, Birîtaniyayê bi belavkirina daxuyaniyekê da zanîn ku “Ebdulfetah Ehwaziyan, li kiryarên dujminane yên rêjîma Îranê anku gefxwarin, dariştina pîlan an kiryarên bi armanca alozkirina aramiya Birîtaniya an li welatên din de rol hebûye û navbirî li lîstê dorpêçan zêde kirin.

Pêka daxuyaniya Birîtaniyayê, “Hemîd Fazilî” fermandeyê yekeya 340 a spaha pasdaran a terorîst li şandina alîkarî bo girûpên çekdar ên cihê gefê, pîlandarêj an birêveberê kiryarên alozker li dijî Îsraîl de rol hebûye an heye. Herwisa “Bêhnam Şehriyarî” li hêsankarî yan şandina alîkariyan bi dariştina pîlan an birêvebirina çalakiyên alozker li dijî Îsraîl, li Îraq, Yemen û Lubnanê de rol hebûye an heye.

Pêka vê daxuyaniya Birîtaniya ew 3 kes li lîstê dortpêçên Birîtaniya bo ser rêjîma Îranê zêde kirin.

Herwisa yekeya 700 a spaha quds a spaha pasdaran a terorîst bi sedema hêsankarî an alîkarîdan bi dariştina pîlan an birêveberiya çalakiyên alozker li dijî Birîtaniya an welatên din hatiye dorpêşkirin.