Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxuyaniya kumîta derêxistina rastiyan li derheq tepeseriya zêdetire Jinan li Îranê de

11:50 - 14 Îlon 2024

Kumîta derêxistina rastiyan a netewên yêkbûyî, li devedevê duyemîn salvegera şorişa Jîna yê de, bi belavkirina daxuyaniyekê ragihandiye ku geşta irşada rêjîmê tepeseriya Jin û Keçan gelek zêde  kiriye.

Wê rêkxistinê ragihandiye piştî derbasbûna 2 salan ji şorişa Jin, Jiyan, Azadiyê, zêdebarî kêmbûna nerizayetiyan jî, hêzên rêjîmê herwekî derbasbûyî bi avayekî herî tund Jin û Keçan tepeser dikin.

Li doma daxuyaniyê de hatiye: 2 salan piştî şorişê, deshilat hêşta li cehda bêdengkirin û tepeseriya Jinan de ye û givaşên xwe bo ser malbatên qurbaniyan zêdetir kirine.

Ew rêkxistina daxwazê ji komara Îslamî dike ku hindî zû destbiserkiryan berde, givaş û azardana malbatên qurbaniyan rake, tepeseriya Jinan dawiyê pê bîne.

Li daxuyaniya Kumîta Heqîqetyab de tevî amaje pêkirina bi sepandina hikmê êdamê bi ser hin Jinên çalak de, hatiye: li 2 salên derbasbûyî de sizayê bidarwekirinê bûye emirazek bo tirsandin û rêgirî kirin ji wan kesan ku dixwazin nerizayetiya xwe bidne xuya.