Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê dest bi milîtarîzekirina bajarên Rojhilatê Kurdistanê kiriye

11:52 - 14 Îlon 2024

Rêjîma Îranê li devedevê salvegera şehîdkirina “Jîna Emînî” ji aliyê hêzên hov ên rêjîma Îranê de hêzeke zêde bo bajarê Mihabadê şandiye û li bajarê Seqizê de jî ava bendavê vekiriye ku rêgirî ji çona xelkê bo ser gora şehîd Jînayê bike.

Roja Înê 23ê Xermananê, rêjîma Îranê li devedevê salvegera şehîdkirina “Jîna Emînî” ji aliyê hêzên hov ên rêjîma Îranê de hêzeke zêde ya serkutker bi maşînên leşkerî, bo bajarê Mihabadê şandiye û ew yeka ji tirsê serîhildana xelkê wî bajarî ew hêz bo wî bajarî şandine.

Herwisa rêjîma Îranê bo rêgirîkirin ji çona xelkê bo ser gora şehîd Jînayê, çemê Seqizê radane û ava bendava “Çiraxwêys”ê vekiriye ku bikare rê ji çona xelkê bo nav goristana “Ayçî” û ser gora şehîd “Jîna”yê bigre.

Herwisa li ragihandinên navxweyî de hatiye ku rêjîma Îranê ji çend rojan berî niha ve hêzeke zêde li bajarê Seqizê de cihgîr kiriye.

Rêjîma Îranê bi berdana ava bendavê, rêya derbasbûn ji çemê tenişta goristana Ayçî dadixe.