Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda Amar a Hengawê raporek li derheq şehîdên şoreşa “Jin Jiyan Azadî”yê belav kir

11:55 - 14 Îlon 2024

Navenda Amar a “Hengaw”ê raporek li derheq şehîdbûna zêdetir ji 142 welatiyên Kurd li pêvajoya şoreşa Jînayê de belav kir.

Roja Înê 23ê Xermananê, li devedevê duyemîn salvegera şehîdkirina “Jîna Emînî”yê de Navenda Amar a “Hengaw”ê raporek li derheq şehîdbûna zêdetir ji 142 welatiyên Kurd li pêvajoya şoreşa jin jiyan azadiyê de belav kir, ew rapora 13 beşan li xwe digre ku li wan beşan de îşare bi çendîn mijarên taybet bi şehîdên tevgera “Jin Jiyan Azadî”yê hatiye kirin.

Li vê raporê de nasname, regez, rewşa jiyan, cihê şehîdkirin, amara şehîdkirin li jêr îşkenceyan, rêjeya jin û zarokan û bavirmendên oliên din û amara şehîdan ên li bajarên cuda û çend mijarên din li xwe digre.

Pêka vê raporê, 16 zarok, zêdetir ji 6 jin û 8 welatiyên Kurd ên bavirmendên ola Yarsanî, li vê serhildanê de hatine şehîdkirin.