Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêz û aliyên siyasiye Kurdistanê li duyemîn salvegera şorişa Jîna yê de daxwaza mangirtina giştî kirine

12:11 - 14 Îlon 2024

Li devedevê salvegera şorişa Jin, Jiyan, Azadî de, hemî hêz û aliyên siyasiye Kurdistana Îranê ên dijberî rêjîmê, heçî kîjan ji wan bi dana daxuyaniyên cuda û bi navê xwe daxwaza mangirtina giştî ji xelkê Rojhilatê Kurdistanê kirine.

Hizba Dêmokra, Her sê aliyên Komelê, Parta Azadî û hemî sazî û rêkxistinan û civaka medenî û gelek kom û rêkxistinên medenî li navxweya welat, heçî kîjanê bi belavkirina daxuyaniyan, daxwaz ji xelkê Rojhilatê Kurdistanê kirine ku bi hilkevta salvegera şehîdkirina Jîna Emînî û serhildana Jin, Jiyan, Azadî, roja Yêkşembiyê 25ê Xermananê mangirtina giştî bi rê ve bibin û carekî din bi vê hereketa modern û aştîxwazane, dengê mafxwaziya xwe bigehînin hemî cîhanê.

Herwisa wan hêz û aliyane li daxuyaniyên xwe de daxwaz ji xelkê seranserî Îranê û gelê bê mafe Îranê jî kirine ku bi beşdariya li mangirtina seranserî de, dengê xwe bêxne gel dengê gelê Kurd û yêkitî û yêkrêziya ku li dema şorişê de çêbibû, carekî din bidne nîşandanê û biparêzin.

Lewma wa tête çavnihêrîkirin ku sibê Yêkşemî 25ê Xermananê Kurdista yêkdest li mangirtina giştî de be.