Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

karmendên zanîngeha Pizîşkî ya Kurdistanê bi hilkevta 25ê Xermananê, peyamek belav kirin

12:14 - 14 Îlon 2024

Perestar, kardên dermanî û karmendên zanîngeha zanîstên Pizîşkî ya Kurdistanê li Bajarê Sinê, bi hilkefta duyemîn salvegera şehîdkirina “Jîna Emînî” û mangirtina giştî ya 25ê Xermananê, peyamek belavkirin.

Roja Înê 23ê Xemananê, perestar, kardên dermanî û karmendên zanîngeha zanîstên Piuzîşkî ya Kurdistanê li Bajarê Sinê, bi hilkefta duyemîn salvegera şehîdkirina “Jîna Emînî” û mangirtina giştî ya 25ê Xermananê, peyamek belavkirin.

Li beşke peyama wan de hatiye ku şoreşa Jînayê bû bi remz û serhildaneke dîrokî û pêşkevtî ku ji hemû sînorên Kurdistanê re derbas bû û bû tevgerek ku hemû cîhan li ber xwe girt û bo gelê Kurdistanê serbilindî tomar kir.

Herwisa li vê peyamê de îşare bi berdewamiya şoreşa Jînayê û herwisa bi kombûn, rêpîvan û mangirtinên li seranserî Îranê de hatiye kirin ku rêjîma Îranê tevî hemû givaşên xwe nekariye rêgirî ji îradeya perestaran, kedkaran, malnişînkiriyan û jinan li birêvebirina wan nerizayteiyan de bike.

Herwisa li vê peyamê de îşare bi givaşên vê dawiyê li ser Hizbên Rojhilatê Kurdistanê û veguhastin bo kempeke din hatiye kirin û ew ji beşek ji pîlana gemar a rêjîma Îranê zanîne ku pêwîstî pi piştevanîkirina hemû xelkê Kurdistanê li pêşmergeyên qehreman heye.

Herwisa wan perestar, kardên dermanî û karmendên zanîngeha zanistên pizîşkî yên Kurdistanê daxwaz ji  hemû çîn û qatên civaka Kurdistanê û sendîkayên cur bi cur kiriye ku li 25ê Xermananê de li malên xwe de bimînin û mangirtina giştî bi rê ve bibin.