Hêzên ewlehî û leşkerî yên rêjîma Îranê li bajarê Sinê de xalên vekolînê danîne û dest bi azardana xelk kirine û li bajarê Kamêranê de bi pîlaneke gemar li salvegera şehîdkirina Jînayê de, hewla jirêlderxista xelkê didin.
Pêka raporên belavbûyî, hêzên tepeserker û serkutker ên ewlehî û leşkeriyên rêjîma Îranê li bajarê Sinê de xalên vekolînê danîne û maşînên xelkê disekinînin û van vedikolin û li şeqaman de rê ji xelkê digrin û lêpirsînê li wan dikin û azara xelkê didin û herwisa xelkê vedikolin.
Herwisa rêjîmê bi pîaneke gemar, bi rêya binav navenda Hunermendan û alîkariya îdareya ferheng û îrşad a rêjîmê li bajarê Kamêranê, dixwazin li 25ê Xermananê anku salroja şehîdkirina Jînayê, bi belavkirina filman li salona sînemayê de bala xelkê bo aliyê xwe bikêşin, lewma daxwaz ji xelkê kirine ku bê beranber fîlman bibînin.
Armanca rêjîmê ji vê pîlana gemar ev e ku bala xelkê bo aliyê xwe rabikêşe û rewşa bajar li vê rojê de bi asayî bide nîşandan û ji çona xelkê bo wan salonan, li peropagandayên xwe de bi kar bîne.