Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mangirtina giştî li bajarên Rojhilatê Kurdistanê de dest pêkir

10:43 - 15 Îlon 2024

Tevî birêveçona çalakiyên teblîxî bo mangirtina giştî li roja derbasbûyî, îro mangirtina giştî li bajarên Rojhilatê Kurdistanê dest pêkiriye û pêka zanyariyên destpêkî, mangirtin li çendîn bajaran dest pêkiriye.

Roja 25ê Xermananê, li duyemîn salvegera şehîdkirina “Jîna”yê ji aliyê hêzên hov ên rêjîma Îranê li bajarê Têhranê, mangirtin li bajarên Rojhilatê Kurdistanê, dest pêkiriye û heta niha li bajarên Sine, Seqiz û Dîwandere wêne û girtevîdyoyên mangirtinê belav bûne.

Pêka dawî raporên belavbûyî, xelkê Rojhilatê Kurdistanê, bazarî û dukandar, dukanên xwe dadixin û tevlî mangirtina giştî dibin.

Tevî ku rêjîmê rewşa ewlehî bi ser bajarên Rojhilatê Kurdistanê de sepandiye û hêzeke zêde ya serkutker ji cihên din bo bajarên Rojhilatê Kurdistanê anîne, xelkê wan bajaran tevlî mangirtina giştî bûye.

Herwisa li şeva derbasbûyî de jî li çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistanê çalakiyên teblîxî bo mangirtina giştî ya 25ê Xermananê, salvegera şehîdkirina Jînayê û herwisa 26ê Xermananê, salvegera şehîdkirina Dr. “Sadiq Şerefkendî” û hevrêyên wî bi rê ve çone.