Kedkarên şirketa Wagon Pars a Erakê, kedkarên pîşeyî yên neft û gaza Îranê û hejmarek ji xelkê medenî yên bajarê Mîrcawê, kombûnên nerizayetiyê lidar xistin.
Roja Duşemî 12ê Xermananê, kedkarên pîşeyî yên neft û gaza Îranê yên palavtingeha 6 a neft û gaza Parsa Cinûbî bo nîşandana nerizayetiya xwe li hember xemsariya berpirsan û guhnedana wan bi daxwaziyên kedkaran, kombûna neizaytiyê li rûberûyê bînaya îdarî ya vê palavtingehê, kombûna nerizayetiyê lidar xistin.
Hevdem kedkarên pîşeyî yên 4 navendên şirketa neft û gazê li zêdetir ji 13 yekeyên vê şirketê de man girtin û daxwaza serrastkirina sîstema heqdest û hiqûqên kedkar û karmendên deverên karkirinê û hejmarek ji daxwaziyên din kirine.
Herwisa hejmarek ji xelkê bajarê Mîrcawê bi sedema dana erdê xelkê ji aliyê serokê odeya bazirganiyê ve bi hinek kesên din kombûna nerizayetiyê lidar xistin. Ew erde yê devera aboriya Mîrcawê, çendîn nivş e ku milkê xelkê bûye ku niha bi hinek kesan hatiye dan.
Herwisa kombûna nerizayetiya kedkarên şirketa Wagon Pars a Erakê, li 12ê Xermananê de jî berdewam bû û kedkarên vê şirketê li cihê karê xwe de kombûna nerizayetiyê lidar xistin û dest ji kar berdan, roja pêştir jî hêzên hov ên întizamî û ewlehî yên rêjîmê êrîş kiribûne ser wan û şer û levdan li navbera wan de qewimî bû.