Li bajarên Mihabad û Pîranşarê de xelk tevlî mangirtina giştî bûne û dukan û bazarên xwe daxistine
Li halekê de ku Hêzên serkutker ên rêjîmê, li ber deriyê goristana Ayçî cihgîr bûne û hemû rêyên çona bo nav vê goristanê daxistine, Li bajarên Mihabad û Pîranşarê de xelk tevlî mangirtina giştî bûne û dukan û bazarên xwe daxistine.
Pêka dawî zanyariyan, hêzên rêjîma Îranê hewla tundirkirina rewşa ewlehî ya bajarên Rojhilatê Kurdistanê didin û heta li goristana Ayçî ya bajarê Seqizê de jî hêzên hov ên rêjîmê, rêgirî ji vê yekê kirine ku xelk termê miriyên xwe li vê rojê de li vê goristanê, bi axê bispêre û azara xelkê dane.