Li berdewamiya çalakiyên teblîêxî bi hilkefta salvegera terorkirina Dr. “Sadiq Şerefkendî” û hevrêyên wî li bajarê Bêrlînê, çalakiyên berfireh ên banghêjî li bajarên Rohilatê Kurdistanê de bi rê ve diçin.
Endam û alîgirên Hizba Dêmokrat li berdewamiya çalakiyên xwe yên berfireh ên teblîxî, bi hilkefta salvegera terorkirina Dr. “Sadiq Şerefkendî” û hevrêyên wî li bajarê Bêrlînê, li bajarên “Seqiz û Mihabad”ê de çalakiyên teblîxî bi rê ve birin.
Pêka dawî raporan li rêya li navbera Mihabad û Bokanê û herwisa li devera Pîrmihemed û herwisa bajaroka Goytepe û gundê Haciyawa ser bi bajarê Bihabadê de çalakiyên berfireh ên teblîxî bi rê ve çone û endam û alîgirên têkoşer ên Hizba Dêmokrat tevî rewşa ewlehî, wêne û traktên taybet bi 26ê Xermananê, li wan deveran de belav kirine.