Endam û alîgirên Hizba Dêmokrat bi hilkefta salvegera “Şehîdên Mîkonosê”, calakiyeke berfireh li çendîn tax û şeqamên bajarê Bokanê de bi rê ve birin.
li devedevê salvegera terorkirina Dr. “Sadiq Şerefkendî û hevrêyên wî şehîd “Fetah Ebdulî, Homayûn Erdelêan û Nûrî Dêhkurdî” li rêstûrana “Mîkonos”ê li bajarê Berlînê ji aliyê terorîstên rêjîma Îranê, endam û alîgirên Hizba Dêmokrat tevî rewşa awarte û tundbûna rewşa ewlehî ya bajar, trakt û posterên taybet bi 26ê Xermananê belav kirin.
Çalakiyên teblîxî li wan cihan de li bajarê Bokanê bi rê ve çon:
Çarrêya Şaredarî, Bulwara Kurdistan, şeqama bingehîn a bajar, şeqama Debîristana Kemal, piraniya pasajên bajarê bokanê, bulwara Şemsê Burhan, Kemerbendiya bajar, dukan û bazara çeqama seqiz, bajara Kultepe, çeqama Serdar Ezîzxanê Mukrî, nexweşxaneye kevin, şeqama Mîrawa, Şeqama Sengînî û çarrêya Îmam Cum`e”.
Rêjîma Îranê tevî hemû hewl û pîlanên xwe, nekariye rê ji i çalakiyên teblîxî yên endam û alîgirên têkoşer ên Hizba Dêmokrat bigre.