Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi hilkefta 26ê Xermananê, li Rojhilatê Kurdistanê de çalakiyên teblîxî, berdewam in

11:47 - 16 Îlon 2024

Li 32emîn salvegera terorkirina Dr.” Sadiq Şerefkendî” û hevrêyên wî li bajarê Berlînê, endam û alîgirên Hizba Dêmokrat tevî rewşa ewlehî li bajarên Rojhilatê Kurdistanê, çalakiyên berfireh ên banghêjî lidar xistine.

Endam û alîgirên têkoşer ên Hizba Dêmokrat bi hilkefta 32emîn salvegera terorkirina Dr.” Sadiq Şerefkendî” û hevrêyên wî li bajarê Berlînê, paytexta Alman, çalakiyên berfireh ên teblîxî bi rê ve birin û bi belavkirina trakt û posterên taybet bi 26ê Xermananê û herwisa bilindkirina alaya Kurdistanê, yada şehîdên Mîkonosê bi bilind ragirtin.

Wan têkoşerên biwêr li bajarên “Mihabad û Bokan”ê û derdora wan bajaran, bajarên “Urmiyê û Selmas”ê û dever û gundên derdora wan bajaran, çalakiyên teblîxî bi rê ve birin û alaya Kurdistanê bilind kirine û trakt û posterên taybet bi 26ê Xermananê belav kirine.

Roja pêştir jî ji bajarên wek: “Şino, Pîranşar, Sine û çendîn bajarên din ên Kurdistanê tevî rewwşa ewlehiya tund, çalakiyên berfireh ên teblîxî bi rê ve çobûn.

Rêjîma Îranê bi milîtarîzekirina bajarên Rojhilatê Kurdistanê hemû cehda xwe kiriye ku rê ji birêveçona çalakiyên teblîxî bigre.