Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hizba Dêmokrat spasnameyek bi boneya birêveçon a mangirtina giştî ya xelkê Kurdistanê belav kir

17:14 - 16 Îlon 2024

Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê spasnameyek bi boneya birêveçon a mangirtina giştî ya xelkê Kurdistanê, belav kir

Xelkê têkoşer û xwedî helwîst ê Kurdistanê!

Roja Yekşemî 25ê Xermananê, we xelkê xwedîhelwîst bi birêvebirina mangirtin li beşeke beçav ji bajarên Kurdistanê, careke din zindîbûna tevgera “Jin Jiyan Azadî”yê bo hemû aliyan da selimandin û da nîşandan ku Kurdistan keleke nayêgirtin e û bo gihîştin bi mafên xwe, bê sekinîn li xebata xwe berdewam dibe, bi vê boneyê, Navenda Birêveberiya Hizba Dêmokrat ji dil ve spasî ji xweragirî û berdewambûna we li meydanê de dike û mandînebûnê bi ve dibêje.

Xelkê xweragirê Kurdistanê!

Birêvebirina mangirtina we li vê rojê de li halekê de bû ku rêjîma komara îslamiya Îranê bi hemû hêza xwe û bi tevahî, Kurdistan milîrtarîze kiribû û hemû hewlê xwe dan ku rêgirî ji berfirehbûna mangirtinê bike. Navendên sîxurî yên îtilaat û spaha pasdaran li çend heftiyan berî niha ve bi binçavkirina çalakvanên medenî û malbatên şehîdan li hewlê de bû ku şikestê bi tekoşîna we li vê rojê de bîne, heta li vê rojê de îzna derketina ji malê bi malbata “Jîna Emînî” nedan ku serdana gora keça xwe ya şehîd bikin. Lê tevî hemû tundûtîjî û givaşekê, dîsan îradeya yekgirtî ya we xelkê Kurdistanê bi ser hemû tundutûjiyeke komara îslamî de bi ser kevt.

Li duyemîn salvegera tevgera “Jîna”yê de helwîsta we ya biwêrane û meydandariya we, nîşanderê vê rastiyê bû ku ev tevger her wa zindî ye û heta serkevtina yekcarî bi ser dîktarorên xwesepandî bi ser Kurdistan û Îranê, xebata xwe berdewam dike.

Careke din spas ji we dikin û bo îrade û baweriya we silavan dişînin.

Silav li şehîdên serbilind ên niştîman û girtiyên siyasî û malbatên wan ên serbilind.

Serketin bo tevgera mafxwazaneya Kurdistanê

Navenda Birêveberiya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê

26ê Xermanana 1403 a Rojî