Artêşa îsraîlê enbarên mûşekan û sîstema berevaniya esmanî yên Hizbullahê ku li nêzî balafirxaneya Beyrûtê de hatibûne veşartin, kirine armanc û bi tevahî teqandin.
Artîşa Îsraîlê ragihand ku roja Dûşemî 9ê Rezberê, li mewdaya yek û nîv kîlomertiya balafirxaneya navnetewî ya bajarê Beyrûtê, enbarên mûşekan ên taybet bi lêdana balafiran û sîstema berevaniya esmanî yên Hizbullahê ku hatibûne veşartin, kirine armanc û bi tevahî teqandine.
Herwisa li vê êrîşê de dehan binkeyên Hizbullahê, lançêr û jêrxanên berevaniya esmanî û jêrxanên mûşekên taybet bi armancgirtina balafiran ên Hizbullahê hatine teqandin.
Pêka raporên belavbûyî agireke mezin piştî wan êrîşan hatine dîtin û dengên mezin ên teqînên lipeyhev ên cebilxaneya Hizbullahê hatine bihîstin.
Artêşa îsraîlê li vê derheqê de ragihandiye ku li êrîşkirin bo ser binke, lançêr, jêrxanên avêtina rakêtan û sîstema berevaniya esmanî û cihê avêtina mûşekan ên Hizbullahê dê bi tundî û micidî, berdewam bike.
Ew êrîşane bi rêya balafirên şerker û bombhawêj ên Îsraîlê ve hatine kirin.