Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Esmanê Îranê heta roja Pêncşemiyê 12ê Rezberê,hate daqxistin

12:11 - 2 Çirriya pêşîn 2024

Berdevkê saziya balafirên Îranê ragihand ku bo parastina ewlehiya firînan, esmanê Îranê heta demjimêr 5ê sibêdeha roja Pêncşemî 12ê Rezberê, hate daxistin.

Çend demjimêr piştî êrîşa mûşekiya rêjîma Îranê bo ser Îsraîl, esmanê Îranê bo çend demjimêran firîna balafiran hatibû daxistin lê piştre, daxistina esmanê Îranê heta demjimêr 5ê sibêdeha roja Pêncşemî 12ê Rezberê hatiye demdirêjkirin.

Berdevkê saziya balafirên Îranê li derheq demdirêjkiirna daxitina esmanê Îranê bo balafirên rêvîngî idia kir ku bo parastina ewlehî û mercên deverê, ew biryar hatiye dan, ew îdiaye li halekê de ye ku heta çend demjimêr piştî êrîşa mûşekiya rêjîmê, firîna balafiran bi pêka bernameya pêştir berdewam bûye û li esmanê Îranê de hevdem digel avêtina mûşekan bo ser Îsraîl, dehan balafir li esmanê Îranê de bûne.

Pêka gotina karnasan, rêjîma Îranê firîna balafirên rêvîngî li dema êrîşkirina mûşekî bo ser Îsraîlê, wek mertal bi kar anîne.

Pêka gorina berpirsên rêjîma Îranê 200 mûçekên balistîkî bo ser axa Îsraîlê hatine avêtin.