Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwediyên baxçeyan li çend deverên ser bi bajarê Urmiyê, rastî xisaran hatin

12:17 - 19 Çirriya pêşîn 2024

Rabûna bayek bihêz li devera “Biradost” û herwisa devera “Mirgewer”, xisareke mezin gihande berhemên werzêran û bi taybet baxçeyên sêvan rastî xisarên giran hatine.

Pêka raporên xwecihî, rabûna bayek bihêz li devera Biradost û herwisa devera Mirgewr de bi taybet li gundê “Gêsiyan”ê ser bi devera Mirgerwer a bajarê Urmiyê, baxçeyên werzêran bi taybet darên Sêvan rastî xisareke giran hatine piraniya berhemên wan veriyan û hinek dar jî şikestine ji nav çone.

Zêdebarî evê ku berhem û hasila piraniya xelkê bîmekiriye û rêjîm berdewam dirafê Bîmê ji xelkê distîne, lê dema bi sedemên cuda cuda hasla xelkê ji nav diçe û xisar digehe xelkê, rêjîm ti alîkariyeke Bîmê bi wan nake ku ev Bîme bi dirafê xudî xelkê tête tejîkirin.

Heta niha ti berpirsekî pêywendîdar ê rêjîmê li derheq berhevdan û an dana xisarê bi xelkê, ti pêngawek hilnegirtiye.