Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wezîrê Berevaniya Amerîkayê li derheq êrîşa bo ser Hûsiyan, daxuyaniyek belav kir

12:19 - 19 Çirriya pêşîn 2024

Wezêrê Berevanî yê Amerîkayê daye zanîn ku bi fermana Joe Biden, bi balafirêsn B2, binke, enbarên neft û cebilxane bi taybet enbarên mûşekan ên Hûsiyan li çend cihan de li Yemenê, bombebaran kirine.

“Loyd Astîn” ê Wezîre Berevaî yê Amerîkayê bi belkavkirina daxuyaniuyekê daye zanîn ku hêza esmaniya Amerîka bi balafirên stratejîk ên B2, 5 navendên cebilxaneya Hûsiyên Yemenê ji nav birine û ew nîşaneyek din ji hêz û şiyana hevpeymanên Îsraîlê li dijî rêjîma Îranê ye û qasê qahîmbûn, durbûn û kûrahiya armancên bin erd, tî giringiyek bo me nîne û em wan ji nav dibin.

Li vê êrîşê de tevî bikaranîna balafirên stratejîk ên B2, Amerîkayê hinek çekên pêşêkevtî an nenaskirî bo teqandina wan enbaran bi kar anîne.

Wezîrê berevaniya Amerîkayê ragihyand ku ew êrîşe bi awayê rasretast li jêr çavdêriya Serkomkarê Amerîka, “Joe Biden” de bi rê ve çoye.

Amerîkayê 15 êrîşên esmanî li bajarê “Sen`a” û herwisa bajarê “Seide”yê li bakûrê Yemenê de encam dane.