Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Elî Xamineyî êdî bas ji tolhildana milîsên rêjîmê ji Îsraîl nake

12:21 - 19 Çirriya pêşîn 2024

Rêberê rêjîma Îranê li axaftinên xwe li derheq kuştina Yehya Sinwar de gotiye ku ew janek giran e lê wek her carê êdî bas ji tolhildanê bo kuştina wî milîsê ser bi rêjîma Îranê nekiriye.

Elî Xamineyî li dema kuştina Îsmaîl Heniye û herwisa berpirsên Hizbullahê de her tim bas ji tolhildanê dikir û gelek caran jî bas ji tolhildanek dijwar dikir, lê vê carê û ji tirsê canê xwe û desthilata xwe û herwisa lawazbûna rêjîma Îranê li hember guherînên deverî û cîhanî, êdî bas ji tolhildana Yehya Sinwar nake.

Rêjîma Îranê ku Xeze da kawilkirin, hêj dest ji fitne û çewtekariyên xwe bernade û gotiye ku piştevanî li milîsên Hemasê dike, ew yek li halekê de ye ku êdî ti desthilateke Hemasê li Xezê de nemaye.

Li vê derheqê de pasdar “Muhsin Rizayî” yê endamê kora diyarîkirina berjewendiyên rêjîma Îranê jî tevî îşarekirin bi kuştina Yehya Sinwar, îdia dike ku kuştina Yehya Sinwar hêzeke zêde dide Felestîniyan û dê tola wî bê hildin.

Rêjîma Îranê li rewşên wiha de îdia dikir ku bi xwe dê tola wan milîsan hilde lê vê carê ti basekê ji tolhildanê nakin.