Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Deshilatdarên Îsraîlî mukumin li ser êrîşa bo ser rêjîma Îranê

12:24 - 19 Çirriya pêşîn 2024

Li derheq egera êrîşa Îsraîl bo ser rêjîma Îranê CNN ê raporek belav kir û ragihand ku Îsraîl micide li ser êrîşkirina bo ser Îranê.

CNN ê di raporekê de balav kir ku piştî kuştina Sinwar û hebûna hiviyekê bo agirbesta di navbera Hemas û Îsraîlê de, ev egera ku Îsraîl êrîşê bike ser Îranê her li cihê xwe de û hêj biqawettir bûye.

Binyamîn Netenyaho Serokwezîrê Îsraîl ragihand: Piştî kuştina Sinwar û piraniya berpirsên Hemasê, hekî Hemas teslîm be û Barmiteyan berdin, egera sekinandina şer heye, lê ev biryara Îsraîl her li cihê xwe deye ku divê rêjîma Îranê baca wan kiryar û destdirêjiyên xwe bide.

Wezîrê wizeya Îsraîl jî ragihand: Bila rêjîma Îranê û her kes baş bizane ku biryara êrîşa bo ser Îranê bi hemî aliyên xwe ve her li cihê xwe deye û êrîş bo ser navendên serbazî û neftî û Etomiye rêjîma Îranê li ser Maseya me ne, û me çi soz nedaye kesê û kes û çi welatek jî nikare bo me diyarî bike ku em bi çi şêwazê û bo ser kîderê û çi cihekî Îranê êrîş bikin.

CNN herwisa li rapora xwe de amaje bi biryara Îsraîl bo ser rêjîma Îranê kir ku egera hindê heye ev êrîş çend rojên din û li deve devê pêş hilbijartina serkomariya Amerîka bête kirin.

Televîzyona “ABC” Newis a Amerîka jî li vê derheqê de ragihand: Binyamîn Netenyaho hinek armanc li Îranê de bo lêdanê diyarî kirine û biryara lêdanê jî daye hêzên xwe ku li dema diyarîkirî de êrîşê bikin.