Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li roja Înê çendîn kombûnên nerizayetî li Îranê de bi rê ve çon

12:28 - 19 Çirriya pêşîn 2024

Perestaran, karmendên pîşeyî yên neft û gaza Îranê û ajotvanên kamiyonan, çend kombûnên nerizayetî li çend bajarên Îranê de lidar xistin û pêdegirî li ser daxwaziyên xwe kirin.

Roja Înê 27ê Rezberê li bajarê Zencanê, hejmarek ji perstaran li derheq rewşa kar û hiqûqê kêm ê perestaran li rûberûyê bînaya parêzgariya rêjîmê li wî bajarê de kombûna nerizayetiyê lidar xistin û nerizayetiya xwe li derheq karê zêde yê bi zorê û herwisa nedana hiqûqên xwe, dane xuya.

Herwisa li vê rojê de hejmarek ji karmendên gaz û nefa Îranê li kompaniya Neft a Felatê Qarê li dorgeya Sîrî li kendavê, kombûna nerizayetiyê lidar xistin û tevî dubarekirina daxwaziyên xwe, daxwaza destjikarberdana birêveberên bikêrnehatî kirin.

Li bajarê Bûşêhrê de jî karmendên pîşeya Neft û gaza Îranê li yekeya Şehreka “Tohîd” li derheq nedana hiqûq û herwisa pinbêkirina mafê wan ji aliyê berpirên pêwendîdar ve kombûna nerizayetiyê lidar xistin.

Li bajarê Cîroftê de jî ajotvanên kamiyonan li derheq nedana gazoîla hewce ji aliyê pompên benzînan, nerizayetiya xwe nîşan dan û ajotvanekî bo nîşandana nerizayetiya xwe, xîz li ber cihê dabeşkirina şewatê rojande erdê û ajotvanên din ên nerazî, keyfxweşiya xwe ji vê yekê dane xuya.