Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gendeliyeke dehan milyon Euroyî li Îranê eşkere bû

12:31 - 19 Çirriya pêşîn 2024

Bi sedema gendeliya li navbera çend kompaniyan digel banka Rifah a rêjîma Îranê, 35 milyon Euro hatiye dizînê û ew gendelî bi sedema pêwendiya nîzîk digel saziya bazresiya rêjîma Îranê, hatiye perdepoşkirin.

3 kompaniyan ên bi navê şirketa Mujgan(Ensarî û Şoreka), Pêtroma û Pêtropad, bi gelemper 35 milyon Euro ji serafiya banka Rifahê vergirtine û ew diraf êdî nezivirandine. Li sala derbasbûyî de jî paşmaya dana wamên banka Rifah bi karmendên xwe, zêdetir 6 hezar û 476 milyard Tumen wek girêbest û deyndarên daxwazkerên nûjenkirinan de bûye, lê li hisabê de ew rêje sifir e.

Wan 3 kompaniyan bi rêya pêwendiya nêzîk a birêveberê Banka Rifah digel yek ji cihgirên saziya bazresiya giştî ya rêjîma Îranê, ew diziya 35 milyon Euroyî, perdepoş kirine.

Gendeliya sîstematîk li Îranê ji destpêka desthilata rêjîma Îslamiya Îranê ve bi awayekî berfireh dest pê kiriye û heta niha bi dehan gendeliyên malî yên çend milyard Dolarî jî li Îranê de hatine kirin ku perpirsên rêjîmê hewla perdepoşkirina wan dane û bi xwe hevparê wan gendeliyan bûne.