Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê ji destpêka heyva Rezberê ve 131 binçavkirî, bidarvekirine

11:37 - 20 Çirriya pêşîn 2024

Li halekê de ku li wan çend rojên dawiyê de zêdetir ji 8 kes li girtîgehên rêjîmê yên wek Qizilhisar û girtîgehên din ên rêjîmê li bajarên “Tewrêz, Feruxşehr û Torbertê Cam”ê de bidar vekirine, ji destpêka vê heyvê ve zêdetier ji 131 kes hatine bidarvekirin.

Pêka dawî amarên belavbûyî, rêjîma Îranê ji destpêka heyva Rezberê ve heta niha anku li heyameke kêmtir ji heyvekê, zêdetir ji 131 kes li girtîgehên xwe li seranserê Îranê de bidar vekirine û renge ew rêje hêj zêdetir bibe û bi sedema sansorkirina tund a nûçe û raporên navxwyê girtigehên rêjîmê li derheq rêjeya bidarvekirinan û bidarvekirinên nihênî û bêserûşûnkirina girtiyan, amara serast gelek ji 131 haletan zêdetir be.

Rêjîma Îranê sepandina sizaya bidarvekirinê û cîbicîkirina vê sizaya sepandî wek alavek bo serkutkirin û tepeseriya zêdetir a xelkê Îranê bi taybet gelên “Kurd û Belûç” bi kar tîne û pitira bidarvekiriyan xelkê Kurd an Belûç in.