Hêzên pasgaheke rêjîmê li bajarê Zahidanê, li halekê de ku li tenîşa maşîneke agirpêketî bûn, ti hewlek bo rizgarkirina jin û zaroka li nav maşînê de nedan û vê yekê nerizayetiya xelkê li pey xwe anî û şer û levdan qewimî.
Pêka raporên belavbûyî maşîneke cura “Pirayd” ku hilgirê malbatekê bû, li çend metriya binkeya “Dayî Abad” a hêzên hov ên rêjîma Îranê li taxa “Şîrabad” a bajarê Zahidanê, agir pêket lê wan hêzan ti hewlek bo rizgarkirina jin û zaroka li nav vê maşînê de nedan, xelkê piştî rizgarkirina endamên vê malbatê, nerizayetiya xwe li hember bêhelwîstî û xemsariya wan hêzan dane xuya û wan hêzan li bersivê de êrîş kirine ser xelkê.
Hêzên hov ên vê binkeya rêjîmê, bi şokêrên berqî, êrîş kirine ser xelkê û xelkê jî bersiva wan da ku li encam de şer û levdan qewimî.
Pêka raporên belavbûyî, li dema agirpêketin bi vê maşînê, hêzên hov ên întizamî yên rêjîmê ku li çend metriya vê maşînê de bûne bi tenê mêzeyê vê agirpêpketinê kirine û heta piştî bi hawarhatina xelkê jî, ti pêngawek bo alîkarîdan bo rizgarkirina kesên li nav maşênê de hilnegirtine.
Zanyariyeke zêdetir li derheq birîndarbûn an derbpêketin bi xelkê, li ber dest nîne.