Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îspaniya hisaba bankî bo tacirên Îranê venake

11:40 - 20 Çirriya pêşîn 2024

Endamekî heyeta birêveberiya Odeya Hevpar a Îran û Îspaniyayê ragihand ku bi sedema dorpêçan Îspaniya hisaba bankî bo tacirên Îranê venake.

“Mihemedhesen Dîdêwer” ê endamê heyeta birêveberiya Odeya Hevpar a Îran û Îspaniyayê, îşare bi pirsgirêkên veguhastina malî ya tacirên Îranê li Îspaniyayê yên wek nevekirina hisaba bankî bo tacirên Îranê li Îspaniyayê de kir ku bi sedema dorpêçan vê yekê nakin.

Herwisa navbirî rapora li derheq kirina “Zeiferan” a Îranê ji aliyê Îspaniyayê û firotina vê bi navê berhemeke Îspaniyayî, piştrast kir û got: “Bi salan e, Zeiferana Îranê bi navê berhemeke Îspaniya li cîhanê de tê firoti”.

Çend heyvan berî niha jî “Ferşîd Menûçêhrî” yê birêveberê “Şêwreya millî ya Zeiferana Îranê” eşekere kiribû ku “welatên rikeberê Îranê, Zeiferanê ji me dikirin û bi navê xwe li bazarên cîhanê de difroşin û herwisa piste û ferşê Îranê jî bi vî awayî têne firotin”.

“Ferşîd Menûçêhrî” ew yeka jî eşkere kiribû ku “Zeiferana Îranê bi nirxeke kêm ji aliyê welatên wek Efxanistan, Çîn û Îmaratê ve tê kirin û bi navê berhema welatên wan bi nirxeke giran tê firotin”.

Rêjîma Îranê bo dorlêdana dorpêçan, berhemên Îranê bi nirxeke gelek kêm ji berhemhêneran dikire û bi tacirên welatên din difroşe ku bi navê berhemên wan welatan, bi nirxeke gelek giran tê firton û pitira qacanca wan berheman, bo welatên dinê ye.

 Ew siyaset û pîlana talankirina berhemên Îranê ji aliyê rêjîmê, pişyeyên herî girîg ên Îranê yên wek, “Zeiferan, Ferş, Piste, Xawyar û çendîn berhemên din” ku dahateke gelek mezin û zêdetir ji dahata neftê bo xelkê Îranê hebûn, ber bi îflaskirin û jinavçonê ve biriye û ti derfetek bo berhemên Îranê, bi nav û birandên Îranê nehiştiye.