Li encama êrîşên esmanî yên Îsraîlê bo ser binke û enbarên cebilcxane bi taybet mûşek û rakêtên Hizbullahê, heta sibêdeha roja Yekşemiyê jî esmanê Beyrûtê tejî dûkel bû.
Li demjimêrên sibêdeha roja Yekşemî 29ê Rezberê, Artêşa Îsraîl bi giranî enbarên cebilxaneya Hizbullahê bi taybet enbarên rakêt û mûşekan li devera Zahiye li bajarê Beyrûtê, careke din kirina armanc û teqandin û dûkela teqîna wan cebilxaneyan heta çendîn demjimêran li esmanê Beyrûtê de maye.
Pêka dawî raporan tevî jinavçona enbarên cebilxane, nêzî 60 kes ji milîsên Hizbullahê li vê êrîşê de hatine kuştin, lê amara serast hêj nehatiye zanîn.
Li vê derheqê de Berdevkê Artêşa Îsraîl, “Awîxay Edre`î” li peyamek bi zimanê Erebî daxwaz ji xelkê 2 taxên devera Zahiyê kiriye ku zêdetir ji 500 metran ji binke û bargehên Hizbullahê li wan taxan, dûr bikevin û êrîş dê berdewam bin.
Ew yeka li halekê de ye ku milîsên Hemasê li Xezê de xwe radestî hêzên Îsraîlî dikin û li roja Şemî û Yekşemiyê de 100an milîsên Hemasê, xwe radest kirine, Hemas piştî kuştina Yehya Sinwar rastî şikesteke mezin hat.