Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çendîn berpirsên Hizbullahê ji aliyê Artêşa Îsraîlê ve hatine kuştin

11:51 - 21 Çirriya pêşîn 2024

Li berdewasmiya êrîşa esmanî ya Îsraîl bo ser milîsên Hizbullahê li başûrê bajarê Beyrûtê, tevî jinavçona navenda ewlehî û zanyariyên Hizbullahê, çendîn berpirsên Hizbullahê jî li encama wan êrîşan hatine kuştin.

Pêka dawî raporên Artêşa Îsraîl, roja Yekşemî 29ê Rezberê, binke û navenda ewlehî û zanyariyên Hizbullahê û kargehe û navendeke binerd a berhemanîna çekan, bûne armanca êrîşên Îsraîlê û hatine teqandin û herwisa li encama wan êrîşên esmanî de hejmarek ji berpirsên Hizbullahê û herwisa hevjîna “Îsmaîl Beqayî” yê berdevkê rêjîma Îranê li Lubnanê ku jineke Lubnanî bûye, hatine kuştin.

Pêka rapora Artêşa Îsraîlê, “Riza Ebas ê karnasê pêwendiyên radyoyî yê Hizbullahê, Ebbas Selame ku fermandeyekî payebilind ê Hizbullahê ye û Ehmed Elî Husên ê berpirsê girûpa berhemanîna çekên startejîk ên Hizbullahê ku li Îranê de perwerdehiya leşkerî ditibû”, li wan êrîşan de hatine kuştin.

Pêka vê raporê, hûrdekariyên hewce bo kêmkirina xisarên canî yên xelkê medenî hatine berçavgirtin û binke, kargeh û navendên Hizbullahê li jêr bîna û cihê niştecîbûna xelkê medenî de têne çêkirin ku wan wek mertalê zindî bi kar bînin.

Herwisa li demjimêrên sibêdeha roja Dûşemî 30ê Rezberê, de jî li pitira cihên Lubnanê de dehan binkeyên leşkerî û navendên malî yên Hizbullahê yên wek navendên “Qerzulhesene ya alê Hesen” ku bo paşkevtkirira dirafên Hizbullahê û kirîna cebilxane û alavên din û dabeşkirina diraf li nav milîsên Hizbullahê de dihatine bikaranîn û bi 10an ta û binke li bajarên Lubnanê de hene, bi tavavî bûne armanc û hatine teqandin.