Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

2 girtiyan li girtîgeha rêjîmê li bajarê Urmiyê, hewla xwekujiyê dan

11:52 - 21 Çirriya pêşîn 2024

Li girtîgeha navendî ya rêjîma Îranê li bajarê Urmiyê, 2 birayên binçavkirî bi sedema îşkencekirinên hovane ji aliyê berpirsên girtîgehê, hewla xwekujiyê dane û niha rewşa wan nexuya ye.

Pêka rapora “Mafê Mirovê Kurdistanê”, li roja Înê de 2 bira yên bi navên “Ferdîn û Ferhad Aqazade” piştî ku ji aliyê berpirsên vê girtîgehê ve bi awayekî hovane hatibûne îşkencekirin û piştre bo odeya takekesî hatibûne veguhastin, hewla xwe kujiyê dan û bi alavên tûj, rehên destê xwe birîn ku piştre bo beşa behdarî ya vê girtîgehê hatine veguhastin lê heta niha ti zanyariyek zêdetir li derheq rewşa tenduristiya wan 2 birayan li ber dest nîne.

Pêka rapora Mafê Mirovê Kurdistanê, ew 2 bira li xevtingeha benda 2 a girtîgehê de li dema jixevrabûn û amargirtin ji girtiyan, digel berpirsê vê bendê tûşî şerê devkî bûne û piştî agehdarbûna berpirsê girtîgehê, ji aliyê birêveberê hundir ê girtîgehê, “Mihemed Fatimî” û herwisa berpirsê xevtingeha 2 “Ekber Mahirî” û 2 kes ji garda girtîgehê yên bi navên “Sîna Sogulî û Babayî” bi derbên batûnan bi awayekî hovane hatine kutan û piştre bo odeyên takekesî hatine veguhastin.

Pêka vê raporê, wan 2 girtiyan xwînrêjîyeke gelek zêde hebûne û piştî razandin li beşa bêhdarî ya girtîgehê, rewşa tendirûstiyan xuya nîne.