Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Deyna kabineya rêjîmê bi bankan, 2.5 beranber zêde bûye

11:54 - 21 Çirriya pêşîn 2024

Pêka amarên banka navendiya rêjîmê, li halekê de ku nirxa nexdînigî li Îranê de ji 9 hezar tirîlyon Tumenî derbasbûye, li heyama 3 salan de jî deyna kabîneya rêjîmê bi bankan, 2.5 qat zêde bûye.

Banka Navendî ya rêjîma Îranê bi belavkirina amarekê daye zanîn ku deyna kabîneya Îbrahîm Reîsî bi bankan, %148 zêde bû û niha nexdînigî ji 9 hezar tirîlyon Tûmenî derbas bûye ku ew rêje 2.5 qat anku %250 ji destpêka serkomariya Îbrahîm Reîsî Zêdetir e.

Herwisa banka navendî ya rêjîmê daye zanîn ku deyna kabîneyaserkomarê nû yê rêjîmê “Mesûd Pizişkiyan”, li heyva gelawêja îsal, hezar û 654 tirîliyon Tumen zêde bûye û bi berhevdanîn digel heyva Gelawêja par, %39 zêdetir e.

Banka navendî ya rêjîmê daye zanîn ku nirxa enfilasiyonê bi awayê salane %41.5 bûye lê ew îdiaye bi pêka belgeyên ragihandî li mecîsa rêjîmê li demsala bihara îsla tê xuya ku li heyama wan çend salên derbasbûde her salê enfilasiyon %100 li Îranê de zêde bûye.

Bênirxbûna dirafê Îranê li hember dirafên biyanî, şikesta aborî, daketina daha û nebûna kar û derfetên karî, gendeliya sîstematîk a rêjîmê û diziya dahata xelkê ji aliyê berpirsên rêjîmê û derketina dahata xelkê Îranê bo derve û bi armancên çewt û terorîstî li cîhanê, rewşa jiyana xelkê ji dijwariyê ve ber bi dijwartir ve biriye û hejariya tevav li Îranê bi lezgînî berfirehtir û kûrtir dibe.