Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bakûrê parêzgeha Xurasanê bîmeya 10 hezar kedkarî hilveşandine

12:20 - 21 Çirriya pêşîn 2024

Li heyama 3 salên derbasbûyî de bîmeya 10 hezar kedkarî li bakûrê parêzgeha Xuranasê, hatine hilveşandin û bîmeya 8 hezar kedkarên din jî tevî derbasbûna 4 salan, hêj nedane.

Roja Dûşemî 30ê Rezberê, “Mehdî Baxşîqî” yê serokê navenda sendîkayên kedkarên bînasazî li bakûrê parêzgeha Xurasanê, li hevpeyvîn digel nûçegihaniya “ILNA” ya ser bi rêjîmê, daye zanîn ku pêştir nêzî 23 hezar kedkarên bînasaziyê hebûn ku bi zehmetiyan 17 hezar kedkar hatine bîmekirin lê li heyama wan 3 salên derbasbûyî de bîmeya 10 hezar kedkarî hatiye hilveşandin”.

Herwisa navbirî daye zanîn ku bi pêka biryarên beşa pêwendîdar, hejhmarek ji kedkaran dihatine bîmekirin lê ew biyrar nehate cîbicîkirin û nêzî 8 hezar kedkar li bakûrê Xurasanê, nêzî 4 sal e ku li rêzeya bîmê de ne ku bîmeya wan nehatiye dan”.

Pêka amarên bûyerên kar, zêdetir ji %50 a bûyerên kar li beşa bînasaziyê de diqewimin û rêjîma Îranê bi cihê girîngîdan bi ewlehî û bîmeya vê beşa kedkaran, hêj bîmeyên wan ku li gelek cihan de jî nayê bikaranîn, hilveşandine û kedkaran bîme nakin.