Li halekê de ku şerê bejayê yê artêşa Îsraîl li devera başûrê Lubnanê de bi rê ve diçe, êrîşa esmanî bo ser binke û navendên Hizbullahê berdewam in û li roja Duşemî li demjimêrên şevê, êrîşên giran bi ser Hizbullahê de hatine kirin.
Artêşa Îsraîl li geliyê “Boqa`i” a rojava, binkeya Qerzulhesene ya Hizbullahê teqand û şeva pêştir jî li bajarê Beyrûtê de ew navendên malî yên hizbullahê teqandibûn, herwisa li vê rojê de şerê bejayê yê Artêşa Îsraîl bi awayekî sînordar li deverên başûrê Lubnanê, digel paşmayên Hizbullahê berdewam e.
Li roja Duşemî 30ê Rezberê li demjimêrên şevê, balafirên Îsraîlî binke û enbarên Hizbullahê li nêzî nexweşxaneya “Refîq Herîrî” kirine armanc, ew yeka li halekê de ye ku tonêleke hizbullahê li jêr navendeke perwerdeya zarokan hatiye peydakirin.
Pêka dawî zanyariyan li devera “Haret Hereyk”ê li başûrê Beyrûtê, teqînên mezin qewimîne.
Pêka girte vîdyoyên belavbûyî, xelk ji Lubnanê derdikeve û êrîşên esmanî yên Îsraîlê bo ser binke, navend û enbarên cebilxane bi taybet enbarên mûşek û rakêtan û herwisa navendên malî yên Hizbullahê , berdewam in.
Wezîrê Berevanî yê Amerîkayê “Loyd astîn” jî ragihand ku sîstema berevaniya esmanî ya “Tad” bi tevahî li Îsraîlê de cihgîr bûye û amadeyê bersivdan bi her cure êrîşeke esmanî ye.