Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê 10 heyv girtîgeh û 70 derbên qamçiyan bi ser çalakvanekî medenî de sepandin

11:21 - 22 Çirriya pêşîn 2024

Çalakvanekî medenî yên xelkê bajarê Seqizê, ji aliyê dadgeha rêjîmê li wî bajarî de 10 heyv girtîgeh û 70 derbên qamçiyan û sizaya nexdî bi ser de hate sepandin.

Pêka rapora “Hengaw”ê “Mistefa Hemdî” yê çalakvanê medenî û birêveberê girûpa “Porsman” û “kempêyna xelkî ya Porsman”, ji aliyê dadgeha rêjîmê ve bi tohmeta “Alozkirina aramiya giştî bi rêya lidarxistina kombûna neyasayî” 10 heyv girtîgeh û 70 derbên qamçiyan û sizaya nexdî bi ser de hate sepandin.

Navbirî li heyva Xakelêweya  îsal de ji aliyê hêzên îtilaat a rêjîmê ve hatibû binçavkirin û li Banemera îsal de 3 heyv girtîgeh bi ser de hatibû sepandin ku piştre bi sizaya nexdî hate guherîn û piştî 34 roj man li girtîgeha Îtilaat a rêjîmê li bajarê “Sinê”, bi danîna barimteya 400 milyon Tumenî, bi awayê demkî hatibû azadkirin.

“Mistefa Hemdî” li sala 1400 a Rojî de ji aliyê dadgeha înqilab a rêjîmê ve 2 sal girtîgeh bi ser de hatibû sepandin.