Karmendên pîşeya neft û gaza Îranê, bazarî û dukandaran û herwisa kedkarên palavtingehan li çend bajarên Îranê de kombûna nerizayetî lidar xistin.
Hejmarek ji karmenên pîşeya neft û gaza Îranê li palavtingeha 10 a şirketa Gaz a Parsa Cinûbî li derheq pêrenegihîştina berpirsan bi daxwaziyên wan ên wek “dana tevav a hiqûq û heqdestan” li rûberûyê bînaya îdarî ya vê palavtingehê kombûna nerizayetî lidar xistin.
Herwisa kedkarên pîşeyî yên palavtingeha bajarê Mahşehrê bo cîbicîkirina daxwaziyên xwe yên wek: “zêdekirina hiqûqê salane pêka biryaran, birêvebirina pesendkiriya pîşeya petrokîmiya, cîbicîkirina biryara dîwan bo cara 4ê ya sala 1402 a Rojî û cîbicîkirina biryarên birêveberê çavkaniyên mirovî ya wezareta Neftê bo kedkarên girêbestkar li derheq “bon kart û kala karta temam” kombûna nerizayetiyê lidar xistin.
Herwisa bazarî û dukandarên bazara Sîgarçî ya bajarê Têhranê li derheq rewşa girêbestan û şêwaza reftara şirketên girêbestkar digel bazarî û dukandarn, deriyê dukan û bazarên xwe daxistin û man girtin.