Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çendîn kombûnên neizayetî li 30ê Rezberê li Kurdistan û Îranê de bi rê ve çon

11:26 - 22 Çirriya pêşîn 2024

Malinîşînkiriyê îdareya Muxabiratê li çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê kombûnên nerizayetî li dar xistin, herwisa xelkê Gundê Anawîz li parêzgeha Erdebêlê û xwendekarên zanîngeha pizişkî ya Bihîştî kombûnên nerizayetî lidar xistin.

Roja Duşemî 3ê Rezberê malnişînkiriyên îdareya Muxabirat li Rojhilatê Kurdistanê li bajarên wek “Urmiye, Kirmaşan, Îlam, Sine û Merîwanê de kombûna nerizayetî lidar xistin û daxwaza pêregihîştina berpirsan bi rewşa jiyanan wan û birêveçona ayînnameya 24 a sala 1398 ya karpêdanê û hewisa daxwaz mafên xwe yên din kirin. Herwisa li bajarê Xuremabadê de jî malnişînkiriyên îdareya Muxabirat, li rûberûyê bînaya îdareya Muxabiratê li wan bajaran de kombûna nerizayetiyê lidar xistin.

Herwisa li bajarên din ên Îranê wek “Reşt, Babol, Zencan, Tewrêz, Erdebêl, Îsfehan û Ehwaz”ê de malnişînkiriyên îdareya Muxabirat li ber deryê bînaya îdareya Muxabirat li wan bajaran de kombûna nerizayetî lidar xistin.

Herwisa bi sedan kes ji xwendekarên zanîngeha zanistên pizîkî ya “Bihiştî” li derheq xirabiya xwarinên zanîngehê, cudatîdanîn li navbera kur û keçan li cihê xwarinan, guhnedana berpirsan û wezareta zanist a rêjîmê bi rewşa xirab a zanîngehê û binpêkirina mafê xwendekarî, kombûna nerizayetiyê li vê zanîngehê de bi rê ve birin.

Xelkê gundê “Anawîz”ê, ser bi bajarê Xelxalê li parêzgeha Erdebêlê de nerizayetiya xwe li derheq çêkirina kompaniyeke berhemanîna xîz li ser erdê werzêrî yê xelkê wî gundî, nerizayetiya xwe dane xuya û li cihê karkirina vê kompaniyê li nêzî çemê “Hêro” kom bûn û daxwaza sekinîna kar û hilveşandina vê kompaniyê li ser erdê xwe kirin.