Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê mijûlê şandina diraf û alavên şer bo kiryarên terorîstî li felestînê ye

11:29 - 22 Çirriya pêşîn 2024

Rewşa aloz a siyasî û civakî li Felestînê bûye derfetek bo rêjîma Îranê li bikeve pey peydakirina xelkê bo encamdana kiryarên terorîstî li Felestîn û Îsraîlê û diraf û alavên şer bo vê yekê dişîne bo felestîn û Îsraîlê.

Pêka rapora Rojnameya Fîgaro, tevî ku kiryarên terorîstî û xweteqandin li nava axa Îsraîlê de berdewam in, lê li jêr sîbera şer de kêm têne bihîstin û rêjîma Îranê ji aloziya rewşê derfet peyda kiriye û mijûlê peydakirina kesan bo encamdana kiryarên terorîstî û xweteqandin li Felestînê ye û bo vê yekê bi awayekî berfireh diraf, cebilxane û alavên teknîkî bo Felestînê dişîne û niha ew yek gelek zêde û lezgîntir bûye.

Herwisa rojnameya Fîgaro daye zanîn ku şerek nihênî li hundirê sînorên Îsraîl li navbera Îsraîl û rêjîma Îranê bi rê ve diçe û dezgehên ewlehî yên Îsraîlê nigeranê vê yekê ne ku xelkê Îsraîl ji aliyê rêjîma Îranê ve bêne xapandin û bo vê yekê bêne bikaranîn.

Rojnameya Fîgaro, îşare bi binçavkirina kesekî ji aliyê dezgehên ewlehî yî Îsraîlê ve kiriye ku xelkê Îsraîl e, ku ji aliyê rêjîma Îranê ve bo kuştina zanayekî Îsraîlî, bi 100 hezar Dolarî hatibû bi kirêgirtin.

Herwisa roja derbasbûyî jî hate ragihandin ku dezgeha ewlehiya Îsraîlê 7 kes di nava Îsraîl de destbiser kirine ku sîxur û kirêgirtiyên rêjîma Îranê bûne bo encamdana kiryarên xirabkar.