Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zêdetir ji %35 a xelkê Îranê pirsgirêkên hundirî hene

11:32 - 22 Çirriya pêşîn 2024

Pêka amarên rêjîma Îranê, 1 li ser 3 a xelkê Îranê, rastî pirsgirêkên hundirî an dijhevî digel jiyanê hatine, ew yeka li halekê de ye ku kirizên dijwar ên civakî, aborî û ewlehî, piştî sala 1398 bi ser xelk; de hatine.

Serokê Encumena derûnnasiya Civakî “Mezahir Goderzî”, li derheq pirsgirêkên tenduristiya hundirî ya xelkê Îranê de gotiye: “Pêka dawî amaran, zêdetir ji 1 li ser 3 a xelkê Îranê anku zêdetir ji %35 a xelkê Îranê rastî aloziyên hundirî an dijhevî digel jiyanê hatine.

Ew amarên rêjîmê, yên berî sala 1398 a Rojî ne û ji sala 1398 a rojî ve çendîn kirêzên micid ên wek paşhatên belavbûna vîrûsa Korona, şikesta aboriya rêjîmê, tepeserkirina hovane û dijî mirovî ya xelkê Îranê li girtîgeh û li ser şeqaman,  ji aliyê rêjîmê ve ji sala 1398 heta niha, zêdebûna çend qatî ya amara hejariya tevav li Îranê, sepandina sizayên giran, bidarvekirin û îşkence û bêserûşûnkirina xelkê, li piştî sala 1398 ve hemû civaka Îranê bi taybet Kurdistan û Belûçistan li xwe girtiye.

Bi vê pêkê, amara serast gelek ji vê yekê zêdetir e, rêjeya xwekujî, tûşbûn bi madên hişber, derketin ji welat û zêdebûna diyardeyên nerênî yên civaka Îranê, nîşaneyên dijwarbûna vê rewşê ne.