Serokê dezgeha dad a rêjîma Îranê daxwaz ji dadstan û berpirsên dadwerî li seranserê Îranê de kiriye ku bikarhênerên torên civakî ku nûçeyên taybet bi şer û aloziyên vê dawiyê belav dikin, siza bidin.
Xulamhusên Êjêyî, yê serokê dezgeh dad a rêjîma Îslamiya Îranê bo tundtirkirina tepeserî û serkuta azadiya gotin û ragihandin li Îranê, bi dadstan û berpirsên dadweriya rêjîmê li seranserê Îranê ragihandiye ku li hember wan kesan ku li torên civakî de nûçe an mijarên pêwendîdar bi şerê Îsraîl û aloziyên vê dawiyê belav dikin, bi micidî bisekinin û wan siza bidin.
Wî cinayetkarê rêjîmê, îdia kiriye, kesên nûçeyên wek kuştina pasdarên rêjîmê li Sûriye û Lubnanê û herwisa kuştina berpirsên Hemas û Hizbullahê belav dikin, ewlehiya hundirî ya civakê dêxin metirsiyê û ew bi qazanca dujmin wan çalakiyan dikin, divê bêne sizadanê.
Herwisa girûpeke tundajo jî daxwaz kiriye ku kesên ku wan cure rapor, nûçe an girtevîdyoyan belav dikin, divê li dadgeha leşkerî de bêne dadgehîkirin.
Asta givaş û serkutkirina azadiya gotin û ragihandin kevtiye qonaxekê ku rêjîma Îranê dixwaze li dadgehên leşkerî de wan siza bide!