Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Fethullah Gulen siyasetmedar û dijberê deshilata Turkiyê li Amerîkayê de koça dawiyê kir

11:35 - 22 Çirriya pêşîn 2024

Fethullah Gulen ku çendîn sal bû li Amerîkayê de dijiya, bi sedema pirsgirêka dil koça dawiyê kir.

Roja Yekşemiyê 29ê Rezberê, Fethullah Gulen ku çendîn sal bû li îyaleta Pênsîlvaniya a Amerîkayê de dijiya, bi sedema pirsgirêka dil li temenê 83 saliyê de koça dawiyê kir, navbirî serokê tevgera Gulen bû ku navê wî tevlî kûdetaya vê dawiyê ya Tirkiyê bibû.

Navbirî serokê terîqeteke olî-siyasî li Tirkiyê de bû ku serdemekê digel Erdoxan ên serkomarê niha yê tirkiyê hevkar bû û bandoreke zêde li navendên ewlehî, hikûmî û dadweriya Tirkiyê de hebû.

Navbirî çendîn pirtûk li derheq îslam, fiqih û sîstema pererdeya îslamî nivîsandine û toreke berfireh a navnetewî ya xwendingeh, NGO û ragihandin li çendîn welatên cîhanê de ava kirine û çalakiyên xwe bi wî awayê berfirehtir kirin.

Gulen pirojeyên mezin abûrî li piraniya welatan hebûn ku yêk ji kesên herî dewlemende cîhanê dihate hisabê.

Bi sedema dest hebûn li kûditayên nava Turkiyê de û tedexul û nifuza berfirehe wî li karê siyasî de, dewleta Turkiyê hikmê girtina wî dabû û çendîn caran jî daxwaz ji Amerîkayê kiribû ku Gulen radestî Turkiyê bike.