Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çend sedem bo şerê dawiyê!

19:24 - 22 Çirriya pêşîn 2024

Çend sedem bo şerê dawiyê!

N. Jêhat

Hinek caran rewş gelek bi zelalî dide xuya ku dê çi biqewime û pêvajoya bûyeran bi curekê pêk ve tête girêdanê ku her wekî hejmartina kitên tesbîhan, mirov dizane çend çone û bi dû de kîjan hejma dê bêt, û gorî hemî berhevdanan rista tesbîhên 100 hatine hejmartin û hemî kes dizane piştre kita 101 ê ye.

Bo berhevdana rewşa şer û aloziyên herêmî û şerxwaziya rêjîma Îranê, mirov dikare bibêje ku renge riste gehabe liba dawî û dê şerek çêbibe ku hekî rêjîma Îranê bi temamî neherifî ne jî, aliyê kêm dê ji şerxwazî û destêverdana li nava welatan, piştevaniya ji tirorîzma navnetewî û havêtina mûşekan bo welatan, bête sekinandin.

Bi gotinekî dinê cîhan geheştiye ser vê bawerê ku divê destê rêjîma Îranê bête kurtkirin û per û baskên wê ku hemen girûpên tirorîstiye li herêmê de bêne ji navbirin ku rêjîma şerxwaz ev 45 sale ji kîsê xelkê Îranê û serweta welat, wan teyar dike û sermayeguzarî li ser wan kiribû.

Bo îsbata vê rastiyê jî ku divê Îran bikeve ber gurzê siza û bikeve ber êrîşê, û bi taybet ku wan rojan zêdetir basê egera êrîşa Îsraîl bo ser Îranê heye, dikarim amajê bi wan çend sedeman bikim.

1 - Rêjîma Îranê bi 2 caran êrîşa mûşekî û dironî bo ser Îsraîl, hêcetek da dest Îsraîl û hemî cîhanê ku dibe Îsraîl jî ev mafe hebe bersiva Îranê bide.

2 - Ti carî bi qasî niha civatgeha cîhanî û welatên xwedî bandor piştevaniya Îsraîl nekirine û hem jî ti carî bi qasî niha xelk û aliyên siyasiye nava Îsraîl jî hinde yêkgirtî û hevhelwêst nebûne.

3 - Guherîna raya dewleta Amerîka li derheq rêjîma Îranê û girûpên girêdayî bi wê rêjîmê li nawçê de, ku pêştir Amerîka nedixwast bikevne ber êrîşa serbazî, lê niha parekî berçav ji êrîşan bo ser Hemas, Hizbullah, Husiyan û girûpên Şîeyên Îraqî, bi firoke û teknolojiya şer a Amerîka tête encamdanê, herçiqas ku Amerîka neyarê êrîş bo ser binkên Etomiye rêjîma Îranê ye, lê bi hemî avayekê amadeye ku digel Îsraîl êrîşê bike ser Îranê.

4 - Nîgeraniya hertimiye Îsraîl ji bernama Navokî a rêjîma Îranê ku hertim bi du hindê de bû ku tevgerek çêbe ku bikare civatgeha cîhanê ji wan nîgeraniyên xwe têbigehîne, îro rojê bi wan êrîşên mûşekiye bo ser Îsraîl, ev hêceta kevte dest Îsraîl ku bi hemî cîhanê bide xuyakirin ku hekî rêjîma Îranê bikare rojekê çeka Etomî hebe, çi guman li vê hindê de nine ku dê bi dijî Îsraîl bikar bîne, lewra niha derfete ku bikare vê nîgeraniya kevnare xwe werevîne û êrîşê bike ser binkên Etomî yên Îranê.

5 – Niha ku girûpên weke Hemas û Hizbullahê ku bi êrîşên Îsraîl li yêk sala derbasbûyî de piraniya hêza xwe û fermande û cebilxaneya xwe ji dest dane û êdî ti hêzek nemane weke berî bibne gef bo ser Îsraîl, derfetekî baş dide Îsraîl ku dema êrîşê bike ser Îranê, êdî nîgeranê Hemas û Hizbullahê li ber tenişta xwe nebe

6 - Îsraîl baş dizane ku li navxweyê Îranê de nêzî hemî xelkê Îranê ji dest vê rêjîma dîktatore Axundî vêzar bûne û li heçî serhildanekê de rêjîmê bi avayê herî hovane bi çekên şer ev tepeser kirine, hekî êrîşa Îsraîl bo ser Îranê demdirêj jî nebe û armanc ji nav birana wê rêjîmê nebe, egera hindê heye ku êrîşa bo ser rêjîmê wê derfetê bide xelkê û netewên bê maf ku li nav xwe de rabin û serî hildin û sanahîtir bikarin wê rêjîmê senixûn bikin.

7 - Îsraîl dixwaze bi êrîşa bo ser Îranê bi curekê welaên dinêye deverê jî têbigehîne ku nabe ti carî bikevne xeyala derbe lêda li Îsraîl û qedera rêjîma Îranê û girûpên terorîstî yên girêdayî bi vê, dikare bibe qedera wan welatan jî, bi kurtî Îsraîl dixwaze hêz û şiyana xwe bo mayendebûna xwe di nava wan hemî dujmin û neyaran de bide xuyakirin.

Belê bi wan sedemê ku hatne baskirin, Îsraîl ne tenê biryar daye, belkî xwe amade jî kiriye ku êrîşekî giran bike ser rêjîma komara Îslamî ku bo heta heta gefa wê li ser xwe wêde bide, Îca ev êrîş kengê û çend rojên dinê ye girîng nîne.