Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

8 serbazên Îsraîlê li êrîşa bejayê ya Îsraîlê bo ser Hizbullahê hatine kuştin

11:34 - 3 Çirriya pêşîn 2024

Artêşa Îsraîlê ragihand ku li êrîşa bejayê ya artêşa Îsraîl bo ser hizbullahê, 7 serbaz û fermandeyê wan serbazan li şerê digel Hizbullahê li başûrê Lubnanê de hatine kuştin.

Artêşa Îsraîl roja Çarşemê 11ê Rezberê, piştrast kir ku li êrîşa bejayê ya Artêşa Îsraîl bo ser milîsên Hizbullahê li nava axa Lubnanê, 7 serbaz û fermandeyê vê destê, hatine kuştin û Hizbullha Lubnanê jî bo yekem car îşare bi şerê bejayî digel Artêşa Îsraîlê li nava axa Lubnanê de kir.

Pêka raporên belavbûyî, 6 kes ji wan kuştiyan, komandoyên yekeya 621 a bi navê “Êgoz” bûne ku li gundekî de li şerê digel Hizbullahê hatine kuştin.

Herwisa li dawî raporên belavbûyî yên li ser xisara canî ya êrîşa mûşekiya rêjîma Îranê bo ser Îsraîlê de hatiye ku li encama kevtina xwarê ya mûşekeke rêjîma Îranê bi ser kedkarekî 38 salî yê bi navê “Samih El-Eslî” yê xelkê Xezê, li bajarê Erîha li devera qiraxava rojavaya çemê Ordonê hatiye kuştin û ew take kes bûye ku li encama êrîşa 200 mûşekên balistîkî yên Îranê de hatiye kuştin.

Li êrîşa pêştir a rêjîmê de jî bo ser Îsraîl, keçeke temen 7 salî ya Ereb a bi navê “Amîne El-Husûnî” hatibû birîndarkirin.