Li êrîşa esmanî bo ser navenda serekî ya îtilaat û zanyariyên Hizbullahê, dehan berpirsên payebilind ên Hizbullahê hatine kuştin û piştî derbasbûna 3 heftiyan, artêşa Îsraîlê lîstek ji wan milîsan belav kir.
Pêka zanyariyên ku Artêşa Îsraîlê belav kiriye li êrîşa bo ser binkeya serekî ya îtilaat û zanyariyên Hizbullahê li bajarê Beyrûtê, zêdetir ji 33 milîsên Hizbullahê hatine kuştin ku 25 ji wan berpirsên payebilind ên birêveberiya Hizbullahê ne û navê wan 33 milîsan ji aliyê Artêşa Îsraîl ve hatine belavkirin.
Pêka gotina Artêşa Îsraîl, Haşim Sefyedîn ê serokê nû yê Hizbullahê digel “Saib Eyyaş” ê berpirsê montaj û liserhevkirina alavên esmanî û “mihemed Şahîn” û herwisa 2 axundên Hizbullahê yên bi navê “Ebde Abûriya û Îbrahîm Yasîn” û çendîn berpirsên din li vê êrîşê de hatine kuştin.
Ew êrîşa li 3 heftiyan berî niha hatibû kirin, lê Artêşa Îsraîl û Hizbullaha Lubnanê ti amareke serast ji rêje û nasnameya wan kuştiyan belav nekirin.
Piştî eşekerebûna nasnameya tevav a wan milîsan li 1ê Xezelwerê, Artêşa Îsraîl navê wan li lîsteyekê de belav kir.
Tevî ku dengoya kuştina Haşim sefyedîn belav bibû lê Îsraîlê bi rohnî bas ji kuştina wî nedekir lê li 1ê Xezelwerê de bi fermî lîsteyek ji kuştiyên Hizbullahê belav kir ku navê “Haşim Sefyedîn” jî li wî lîsteyî de ye.