Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li girtîgeha rêjîmê li bajarê Kerecê, 4 kes hatine bidarvekirin

11:51 - 23 Çirriya pêşîn 2024

Rêjîma Îranê 4 kes ku pêştir bi tohmeta Îfsad Fê erz”, sizaya bidarvekirinê bi ser wan de hatibû sepandin li girtîgeha rêjîmê li bajarê Kerecê de bidar vekirin.

Pêka rapora Saziya Mafê Mirov ê Îranê, li sibêdeha roja Çarşemî 2ê Xezelwerê, 4 kes ku pêştir bi tohmeta “Îfsad Fê Erz” ji aliyê dadhgeha rêjîmê ve sizaya bidarvekirinê bi ser wan de hatibû sepandin, li girtîgeha rêjîmê li bajarê Kerecê de hatine bidarvekirin.

Pêka vê raporê ew 4 kes li dosyekeye hevpar a belavkirina madên elkolî yên sexte, ew sizaye bi ser wan de hate sepandin.

Herwisa hatiye baskirin ku 11 kesên din jî li vê dosyê de 29 sal girtîgeh bi ser wan de hatiye sepandin.

Rêjîma Îslamiya Îranê, bi vê tohmetê, sizaya bidarvekirinê bi ser çalakvanên siyasî bi taybet girtiyên siyasiyê Kurd de jî disepîne û bidar diveke.

Pêka vê raporê li sala 2023 a Zayînî de rêjîma Îranê zêdetir ji 39 kes bi vê tohmetê bidar vekirine.