Li heyva Rezberê de zêdetir ji 27 çalakvanên siyasî û medeniyên Kurd ji aliyê rêjîma Îranê ve hatine binçavkirin û bi gelemper 23 sal û yek heyv girtîgeh, salek girtîgeha ragirtî û 70 derbên qamçiyan bi ser wan de hatiye sepandin.
Pêka amarên ku Encumena girtiyên siyasî yên Kurdistana Îranê “Xwragirî”yê belav kiriye, li heyva Rezberê de zêdeyir ji 27 çalakvanên siyasî û mendeniyên Kurd li bajarên Cuda yên Rojhilatê Kurdistamnê de ji aliyê dezgehên ewlehî û serkutker ên rêjîma Îranê ve bi tohmetên wek “ çalakiya medenî, dijayetî digel rêjîmê, hevkarî digel hizbên Kurd ên opozîsiyona rêjîma Îranê” hatine girtin û bo girtêgehên îtilaata rêjîmê hatine veguhastin.
Pêka vê raporê, , hejmarek ji wan girtiyan piştî lêpirsînan, bi danîna barimteyên giran hatine azadkirin û hejmarek jî hêj li odeyên jêpirsînan de ne û qedera wan nexuya ye.
Pêka vê amarê, 16 çalakvanên siyasî û medeniyên Kurd ku pêştir ji aliyê rêjîmê ve hatibûne binçavkirin, li vê heyvê de siyazyên wek bidarvekirin, girtîgeh û sizaya nexdî bi ser wan de hatiye sepandin
Bi gelemper rêjîma Îranê 23 sal û yek heyv girtîgeh, salek girtîgeha ragirtî û 70 derbên qamçiyan bi ser wan 27 çalakvanên siyasî û medeniyên Kurdistanê de sepandiye.
Liheyva Rezberê de “Hemîd Husênnijad” ê xelkê Çaldiranê, bi tohmeta endametî li Hizbek a dijî rêjîma Îranê ji aliyê dadgeha înqilab a rêjîmê ve sizaya bidarvekirinê bi ser de hate sepandin.
Binpêkirina mafê mirov li Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê rêjîma Îranê ve berdewam e û ew rewş roj bi roj tundir û zêdetir dibe.