Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama pîrozbahiya Navenda Birêveberiya Hizba Dêmokrat bi hilkefta birêveçona hilbijartinên Parlemana Herêma Kurdistanê

11:41 - 24 Çirriya pêşîn 2024

Navenda Birêveberiya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, bi hilkefta birêveçona hilbijartinên Parlemana Kurdistanê, Peyameke pîrozbahiyê belav kir.

 Deqa peyamê wiha ye:

 

Roja Yekşemî 29ê Rezberê, (20ê October 2024), şeşemîn dora hilbijartinên Parlemana Herêma Kurdistana Îraqê li rewşeke azad û dêmokratîk de bi rê ve ço.

Birêveçona vê hilbijartinê bi beşdariya çendîn Hizb, aliyên siyasî, berbijêrên serbixwe û bi çavdêriya dehan damezraveyên mediayî û rêkxiravên Kurdistanî, Îraqî û navnetewî, ew jî li devera tejî pirsgirêk a Rojhilata Navîn, xaleke girîng û cihê keyfxweşiyê ye.

Girîngî û erênîbûna vê proseyê li vê yekê de ye ku hewldanên li pêxema cihgîrkirina dêmokrasî li Herêma Kurdistanê, pitir li geşekirinê de ne û xelk li diyarîkirina çarenivîsa xwe de azad e û beşdariyê dikin. Ew yek jî li halekê de ye ku li hinek ji welatên deverê, bi taybet li Îranê de ne hilbijartin taybetmendî û binyatên dêmokrasiyê tê de têne bidestveanîn û ne rê bi beşdariya azadaneya hizb û aliyên siyasî tê dan û ne xelk li diyarîkirina çarenivîsa xwe de azad in.

Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, bi hilkeftya birêveçon a hilbijartina Parlemana Herêma Kurdistanê, pîrozbahî li xelkê Kurdistanê, hizb û aliyên siyasî yên beşdar li hilbijartinan de dike û hivî dike ku bi hewlên hemû aliyan û bi pêkanîna hikûmeteke bersivder li asta çavnihêriyan, rewşa jiyan û mafên xelkê Herêma Kurdistanê, roj bi roj baştir bibe û Herêma Kurdistanê bibe mînakek serkevtî ji desthilatdarî û birêvebirina welat li deverê de.

 

Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê

Navenda Birêveberiya Giştî

23 October 2024