Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê li girtêgehên xwe de 9 kes bidar vekirin

11:42 - 24 Çirriya pêşîn 2024

Rêjîma Îranê li roja Çarşemî 2ê Xezelwerê de 9 kes li 3 girtîgehên xwe li çend bajarên Îranê de bidar vekirin û herwisa vê rêjîmê li heyva derbasbûyî anku Heyva Rezberê de zêdetir ji 150 kes li girtîgehên xwe li seranserê Îranê de bidar vekirine.

Roja Çarşemî 2ê Xezelwerê, 4 kes li girtîgeha navendiya rêjîmê li bajarê Kerecê, 4 kes li girtîgeha Qizilhisar a rêjîmê li bajarê Kerecê û kesekî din li girtîgeha rêjîmê li bajarê Gurganê de bidar vekirin, herwisa li roja Sêşemî 1ê Xezelwerê de jî girtiyek li girtîgeha rêjîmê li bajarê Qurwê û girtîyek jî li girtîgeha rêjîmê li bajarê Şîrazê de hatibûne bidarvekirin.

Pêka amarên belavbûyî, rêjîma Îranê li girtîgehên xwe li seranserê Îranê de li heyva Rezberê, zêdetir ji 150 kesî bidar vekirine û bi berhevdanîn digel heyva Rezbera sala 1402, ku 81 kes ji ajiyê rêjîêmê ve hatibûne bidarvekirin, amara heyva Rezbera îsal, %85 zêdetir e.

Navê wan 150 kesên bidarvekirî li dawiya heyva Rezberê de hatine belavkirin.

Rêjîma Îranê, bidarvekirinan wek alavek bo serkut û tepeseriya zêdetir a xelkê Îranê bi taybet xelkê Kurd û Belûç bi kar tîne û piraniya herî zêde ya bidarvekiriyan, xelkê Kurd an Belûç in.