Repêrê nerazî “Saman Yasîm” bo çareseriya pişkî mirexesî vergirt û pêka gotina parêzerê wî, barimteyeke 4 milyar Tumenî bo danma mirexesiya “Saman Yasîn” hatiye danîn.
“Ramîn Seferniya Xiştevanî”, parêzerê repêrê neraziyê Kurd “Saman Yasîn” bi belavkirina peyamekê li tora civakia “X” de ragihand ku “Saman Yasîn” bo çareseriya Pişkî, mirexesiy vergirtiye û bo vê yekê barimteyeke 4 milyard Tumenî hatiye danîn.
Saman Yasîn li heyama 26 heyv ragirtin li girtêgeha Qizilhisar a rêjîmê de rastî çendîn pirsgirêkên micid ên hundirî hat û pêştir jî li girtîgehên ewlehî yên rêjîmê de rastî îşkenceyên hovane hatibû û li girtîgeha Êvîn û Feşafûyeyê de jî heyamekê hatibû ragirtin û rastî reftarên hovane û bêrêzîkirina berpirsên wan girtîgehan hatibû.
Navbirî li heyva Xezelwera 1401 a Rojî de bi tohmetên “Miharibe, kombûn û hevkarî bo encamdana tawan û hewldan dijî ewlehiya netewî ya rêjîma Îranê”, sizaya bidarvekirinê bi ser de hatibû sepandin û ew sizaya, piştî derbasbûna heyamekê li dadgeha bilind a rêjîma Îranê ve hate betalkirin û siza sepandî bi ser wî, hate kêmkirin.
Navbirî bi sedema îşkenceyên hovane li îşkencegehên rêjîmê, rastî pirsgirêgên gelek dijwar hatiye û tevî çendîn car daxwazkirin bo çareseriya pizişkî ji aliyê parêzerê wî, berpirsên girtîgehê ev derfeta bi wî repêrê nerazî nedidan.
Saman Yasîn repêrê nerazî, yê xelkê bajarê Kirmaşanê ye ku bi gotina stranên nerizayetî û herwisa piştevanîkirin li tevgera “Jin Jiyan Azadî”yê, kevte ber kerb û kîna rêjîma Îranê.