Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îtilaata rêjîmê 3 nûgihan ên xelkê bajarê Bokanê binçav kirin

11:45 - 24 Çirriya pêşîn 2024

Hêzên îtilaata rêjîmê 3 nûgihanên xelkê bajarê Bokanê bi sedemeke nexuya binçav kirin û bo ciheke nexuya veguhastin. Heta belavbûna vê nûçeyî ti zanyariyek li derheq sedema binçavkirin û qedera wan nûgihanên Kurd li ber dest nîne.

Li çend rojên derbasbûyî de hêzên hov ên îtilaata rêjîmê li bajaraê Bokanê, 3 nûgihan ên xelkê gundê “Kanîreş”ê ser bi bajarê Bokanê yên bi navên “Mîlad Nasirî, Wurya Feqî Îsa û Akam Emînî” bi sedemek nexuya, binçav kirine û bo ciheke nexuya veguhastine.

Li derheq sedema binçavkirina wan 3 nûguhanan û herwisa tohmetên sepandî bi ser wan welatiyan û cihê ragirtina wan, ti zanyariyek li ber dest nîne.

Li vê derheqê de Çawnewsê jî îşare bi binçavkirina “Mîlad Nasirî û Askam Emînî” kiriye û daye zanîn ku ew 2 nûgihanên Kurd bê hebûna ti belgeyeke yasayî hatine binçavkirin û bo ciheke nexuya hatine veguhastin, lê ti îşareyek bi binçavkirina “Wurya Feqî Îsa” nekiriye.